Li Dêrsîmê ba û bagerê banên xaniyan firand

Li Dêrsîmê ba û bagerê banên xaniyan firand

Rojava News: Ba û bagera ku li bajarê Dêrsîmê rabû, ziyaneke mezin gihande avahiyên li navenda bajêr.


Li Dêrsîmê   ji ber barîna berfê û ba û bagerê, li navenda bajar dibistan û perwerde ji bo 2 rojan hatin rawestandin.

 

Ba û bagera ku duh berêvarê li navenda bajêr rabû, bi taybetî li taxên Gazîk û Xarçîkê li gellek taxên navendê banên bi dehan malan hilweşandin û firandin.


Li Dêrsîmê, heta niha ji ber ba û bagerê ti mirî û birîndar çênebûne, lê ziyanên mezin rû dane.