1:26:22 PM
RojavaNews: Çekdarên PYDê Endamekî Komîta Herêmî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê girtin.
Endamê Komîta Herêmî yê PDK-Sê li Efrînê Ezet Kurdî, dema li gundê Kûsa ya navçeya Reco bû, li boneyeke lihevhatinê bû, ji aliyê PYDê ve hate binçavkirin.
Zêneb Kurdî ku biraziya Ezet Kurdî ye diyar kir ku, apê wê Ezet Kurdî (66 salî) ji gundê Memila ye, demeke dirêj mamosteyê dibistanê kiribû û ji bêhtirî 40 salî tevlî tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûbû.
Tê zanîn ku hîn endamê serkirdeyatiya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji 5 mehan ve li Efrînê di zîndana PYDê de ye, hîn jî nehatiya dadgehkirin, ne jî hatiye azadkirin, Herwiha hîn endamên PDK-Sê Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo, Rênas Ebdilrehman, Felemez Osman li cem asayişa Efrînê girtî ne.
