00:41:08
Rojava News: Ciwanê ku ji Reqqayê hat û xwest di sînorê Girê Spî re derbasî Tirkiyê bî ji aliye leşkerên Tirk ve hate kuştin.
Ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Îbrahîm El-Hesen li gel biraziyê xwe ji Raqqayê reviya û dema ku xwestin di sînorê Girê Spî re derbasî bakurê Kurdistanê bibin rastî gulebaran leşkerên Tirkî hatin.
Ehmed Îbrahîm El-Hesen yê 17 salî li ciyê buyerê di encama gulebarana leşkerên Tirkivê jiyana xwe ji dest da.
Berî niha bi 2 rojan (17 ê temmuzê) jî li hemen sînorê Girê Spî du birayên navê Celal Elî Hemdî (26) ve Mistefa Elî Hemdî (24) jî rastî gulebarana leşkerên Tirk hatin û herdû jî li cihê buyerê birîndarbûn.
