11:16:11
Rojava News: Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê ji hevpeymaniya navdewletî xwest ku lêdanên xwe yên asmanî li dijî DAIŞê rawestîne.
Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi sedema êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, li dijî DAIŞê, welatiyên sivîl dibine qurbanî.
Îtîlafa Niştimanî nîşan bi wê yekê da ku piştî komkujiyên roja Sêşemê, li Minbicê, Serokê Îtîlafê Enes el-Ebde nameyek ji wezîrên derve yên endamên welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê re şandiye.
El-Ebde di nameya xwe de ji hevpeymaniya navdewletî xwest ku lêdanên xwe yên asmanî li Sûriyê, li dijî DAIŞê rawestîne.
Li gorî daxuyaniya Îtîlafa Niştimanî, bi sedema lêdanên asmanî yên hevpeymanan bi dehan welatiyên sivîl li gundekî ser bi Minbicê hatine kuştin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter ragihand ku Amerîka dê lêpirsînê di wan raporan de bike, ku behsa qurbaniyên sivîl dikin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, di wan êrîşan de 56 welatiyên sivîl hatine kuştin.
