Rojava News: Cenazeyên Şehîdên Rojava ji bo ku derbasî rojava bibin û li wê der bidin ber sînga axê bi girseyi ye ke mezin ji nexoşhana duhokê berbi rojava ve rê ket.
Dohî Çarşemê çekdarên DAİŞê bi otomobîleke curê Hummer derbasî nava qotapxaneyekê li gundê Birhewê bûn, ku di navbera Zummar û Tileferê de ye, otomobîla xwekûjî li xala pêşmerge teqandin.
Roja çarşemê di êrîşeke xwekujî y a ku çekdarên DAİŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn de 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd ketibûn aniha di deriyê sînorê Rojavayê Kurdistan û herêma Kurdistanê Sêmêlkê ve derbasî Rojava dibin.
Li gor ku peyamnêrê Rojava News da xuyanîkirin ; Hêjmara şehîdên bûyerê gihaye 19 kesî û nêzîka 100 birîndar jî li nexoşxanê Duhokê têne dermankirin.
Peyamnêrê Rojava News her weha behsa konvoya şehîdê Rojava kir û got; Berpirsên Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan li Suriye (PDK-S), disa berpirsên konseya Netewî ya kurd, birêvebirê gelek rêxistinên siyasî û gelek kesên din piştî ku li ber deriyê nexweşxanê beşdarî merasîma Şehîdê rojava bûn, bi konvoyeke berfireh ber bi deriyê sînorê Sêmêlkê ve bi rêketin.
Peyamnêrê Rojava News diyar kir ku; Di dema derbasbûna konvoya Şehîdann ji bo nava Rojava, li wî aliyê sînor ji rêvebirên siyasî , kes û karê şehîdan û gelê Rojava bi girseyî ye ke mezin amade bûn û çavrê konvoyê bû.
Navê pêşmergeyên Şehîd yê Rojava ku di vê buyera dawî de şehîd ketin evin;
Besam Mihemmed Xelîl ji gundê Gir ziyaret ê Dêrikê ye
Besîl Hecî ji gundê Til Xenzîr ê Derikê ye,
Emdiyan Mistefa Bedînî xelkê Hesekê ye
Xemgîn Qedrrî Xelîl ji gundê Dêrna Qulenga ye.
Cenazeyên her çar Şehîdên Rojava ji bo ku derbasî rojava bibin û li wê der bidin ber sînga axê bi girseyi ye ke mezin li ser sînor hatin pêşvazîkirin.
