Ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê agir bi gundên Herêma Kurdistanê ket

Ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê agir bi gundên Herêma Kurdistanê ket

12:58:15

 

Rojava Mews: Hat ragihandin ku duh êvarî ji ber topbaranên artêşa Tirkiyeyê agirekî mezin bi deşta Berazgêr û li derdora Sîdekan ket û heta îro jî ew agir nehat kontrolkirin.

Hat ragihandin ku ji ber topbaranê agirekî mezin bi wê herêmê ketiye û heta îro jî dewam kiriye û gelê herêmê her çi qas hewlda ku agir bitemirîne jî ji ber belavbûna agir nikarîbûn kontrol bikirana.

Topbaran duh piştî nîvro hat destpêkirin, paşê êvarê jî demekê dewam kir û ber bê derengiya şeve topbaran hîn hat zêde kirin.

Hat zanîn ku agir herî zêde bi gundên Kanîreş a girêdayî Sîdekan, Bîrmendan, Bermîze û li çend gundên din ket û di encama şewatê de gelek erd, zevî û bexçeyên gel şewitîn û zirar dîtin lê ziyana can çê nebû.