DAIŞê bi çekên klorê êrişî Pêşmerge kir!

DAIŞê bi çekên klorê êrişî Pêşmerge kir!

11:40:37

 

Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê bi çekên kimyawî li gundê Sehlê Elmahê yê Teleferê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bûn.

 

Li gorî ku Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Teleferê Neman Gelinaskî ji Rûdawê re daxuyandiye;  DAIŞê 25 guleyên hawîn avêtin ser çeperên Hêzên Pêşmerge.

 

Neman Gelinaskî wiha got: “Dema DAIŞê êriş kir em pê hesan ku behnekê nenormal tê. Piştî testê derket holê ku gaza klorê bikar anîne.”

 

Di encama êrişê de 3 pêşmerge bi gaza klorê birîndar bûn.

 

Çekdarên DAIŞê beriya niha jî li dijî hêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê madeya klorin bi kar anibû.

 

Navendên lêkolînên navnetewî jî piştras kiribûn ku DAIŞê çekên kimyawî bikar aniye.