Rojava News: Di nava salên dawî de ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi milyonan kes dev ji warên xwe berda ne û bûne penaber.
Di encama vê yekê de li tevahiyê Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê gelek penaber bi cih bûne û bi derfetên kêm jiyana xwe didomînin.
Piştî şerê Sûriyê û êrişên DAIŞê yên li ser Rojavayê Kurdistanê gelek kes ji cih û warên xwe koçber bûne.
Bi hezaran kes di ser rêya nediyar a penaberiyê de jiyana xwe ji dest didin. Kesên ku bi cih dibin jî ji bo ku debara jiyana xwe bikin bi keda erzan kar dikin. Ev yek jî pirsgirêkên nû yên civaknasiyê bi xwe re tînin.
Ji despêka şerê Sûriyê ve heta niha 1.5 milyon kes koçberî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bûne. Ev bûyera civakî wek encam bi xwe re parsekiyê jî tîne. Ev yek bandorê li civakê jî dike.
Civaknas amaje bi wê yekê dikin ku çiqas tedbîr werin girtin çareseriya sereke ew e ku li Rojhilata Navîn bi dawîhatina şer û pevçûnan e.
