Li Qamişlo 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Qamişlo 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene

11:15:51

 

Rojava News: li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo saet 9:18ê bi wesayîteke bombebarkirî 2 teqînan rû da û di encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor agahiyan destpêkê di nav şehîdan de jin, zarok û şervanên Yekîniyên Parastina Gel (YPG) hene.

Ji ber teqînê di avahiyên derdorê de ziyanek mezin çêbû û piraniya birîndaran bi cam û şûşeuîm xaniyan birîndar bûne.

Teqîn Teqîn li ser cadeya sereke ya bajar li ber avahiya Mala Gel a Qamişlo pêkhatiye.

Herwiha piştî teqînê jî şer û pevçûn derketine. Li gor zanyariyan piştî teqîna yekem teqîneke din rûda.