11:48:00
Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî îro bi daxuyaniye kê teqîna li Qamişlo şermezar kir.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdîstanê waha got;
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi êrîşên terorîstiyên berî sibehiya roja çarşem 27.07.2016 ya li ser xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê gelek dilteng û xemgînim ku li encamê da hejmarekî zêde şehîd û birîndar bûn. Gelek bi tundî vê êrîşa dirindaneya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên şehîdên vê rûdana diltezînane dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Pêwîste parêzgeha Dihok û dam û dezgeh û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve yarmetiya lêqewimiyan û birîndarên rûdana terorîstiya Qamişlo bidin.”
Mesûd Barzanî
27.07.2016
