Kuştiyên teqînên Qamişlo zêde bûn!

Kuştiyên teqînên Qamişlo zêde bûn!

11:54:03

 

Rojava News: Di Encama teqînên bajêr yên ku bi sedema barhilgiran hatine encamdan bûne 37 kuştî û 90 birîndar.

Îro, danê sibehê du teqînan bajarê Qamişlo hejand di encam de, 37 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndarbûn, teqîn Desteya Bergiriyê û Asayîşa Rojava kire armanc, herwiha gelek ziyanên madî li navçeyên hebûn.

Ji aliyê xwe ve rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji teqînan re ragehan.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew teqîn bi tûndî şermezar kir û hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan re nîşanda û diyarkir ku, Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekî amade ye.