Serokê hikûmeta herêma kurdistanê teqîna Qamîşlo şermezar kir

Serokê hikûmeta herêma kurdistanê teqîna Qamîşlo şermezar kir

3:48:12 PM

RojavaNews: Serokê hikûmeta herêma kurdistanê teqîna terorsitî ya bajarê qamîşlo di daxuyanyekê de şermezar kir, û rewşa emade başî ya hikûmeta herêmê ragehand ji bo alîkarya zerermendan .

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma kurdistanê bi tûndî ew êrîşa terorsitî ya şaraê Qamişlo îdane kir ku bûye sedema şehîdbûn û brîndarbûna bi dehan welatî û serixweşî li malbatên qurbanyan kir, û hîviya çareseryek bilez ji brîndaran re xwest .

Barzanî herweha di heman daxuyanyê de got ku teroristan bi vê kiryara kirêt careke din tekezkirin ku ew dujminên herî xerabin ji bo gelê kurd û mirovayetiyê .

Lê gelê kurd wek herdem pêşeng dibe li hewlên xwe bo jinavbirna terorê li deverê û hkûmeta herêma kurdistanê emadeye  bi hemû karînên xwe alîkariya zerermendan û brîndarên vê kiryara terorsitî bike .