11:27:22
Rojava News: Hat ragihandin ku piştî teqîna terorîstî ya duhî li bajarê Qamişloyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da ku alîkariya birîndar û xelkê Qamişloyê bikin.
Piştî ku Barzanî ferman da saziyên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê ku alîkariyan bigihînin birîndaran teqînên Qamişlo, 3 ton derman ji Dihokê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat şandin. Duhî piştî ku nûçeya teqînên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê belav bû, Barzanî di daxuyaniyekê de teqîn şermezar kir û ferman da ku hemû saziyên hikûmetê yên li parêzgeha Dihokê bilez alîkariyên pêwîst bigihînin Rojavayê Kurdistanê.
Li ser fermana Barzanî, piştî amadekariyên bilez 3 ton derman û kelûpelên bijîşkî yên pêwîst ji Dihokê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin şandin. Her wiha hejmarek ambulans û otomobîlên tîmên hawarhatinê bi mebesta veguhastina birîndaran teqînên îro yên li bajarê Qamişlo gihîştine ser sînorê Pêşxabûr-Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê.
