Endamekî PDK-Sê di zîndanên rêjîmê de Jiyana xwe ji dest da

Endamekî PDK-Sê di zîndanên rêjîmê de Jiyana xwe ji dest da

4:34:26 PM

RojavaNews: Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di zîndanên rêjîma Sûriyê Jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin endamê komîta Şaxê yê  partiya Demukrata Kurdistanê- Sûriyê  Îsmaîl Xelîl Îbik ji sala 2011an ve di zîndanên rêjîma Sûriyê de bû, ji ber rewşa xerab ya zîndanê bi nexweşiya Jana zirav anku nexweşiya Sil ketibû û duh canê xwe jidest da.

Îsmaîl Xelîl Îbik (50 salî) ji gundê Qermetliq yê navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bavê 4 zarokan e, herwiha endamê komîta Şaxê yê PDK-Sê ye, di sala 2011an ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin.

Îsmaîl di destpêkê de di zîndanên Helebê bû, paşê jî bo zîndana Sêdnaya ya Şamê, piştre jî bo zîndaneke Laziqiyê hatibû veguhastin, ji ber rewşa xerab ya zîndanê ji kêmbûna xwarin û çareseriya tenduristî, Îsmaîl bi nexweşiya wêranê ket, duh jî canê xwe di zîndanê de ji dest da.