11:23:39
Rojava News: Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî civîna “Tehdîdên li ser kêmîneyên ayînî û netewî yên di bin destê DAIŞê de” a Wezareta Derve ya Amerîkayê bû.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, duh li paytext Waşingtonê, civînek li ser rewşa kêmîneyên ayînî û netewî yên di bin destê DAIŞê de û gef û tehdîdên li ser wan hat lidarxistin.
Li gorî malperê, di wê civînê de, ji bilî nûnerên êzîdî, aşûrî, turkem, nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingotinê Beyan Samî Ebdulrehman û berpirsê pişka pêkvejiyanê ya Wezareta Ewqaf a Kurdistanê, Emîr Mewlûd beşdar bibûn.
Di civînê de, alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka, Antony Blinken (Antonî Bilînkin tê xwendin) gotarek pêşkêş kir û got, civaka navdewletî alîkariya wê yekê dike da ku piştî nemana DAIŞê, ew deverên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin, di nav aramiyê de bijîn û êdî ti metirsiyek li ser wan nemîne.
Hat gotin ku civîna duh a Waşingtonê, temamkera civîna meha Îlona par a Parîsê bû.
