DAIŞ topan davêje Pêşmerge bersiv dide

DAIŞ topan davêje Pêşmerge bersiv dide

 

Rojava News: Li Kobanî, li gorî rojên berê rewşa ram û kerr bû tenê hinek caran her du aliyan bi çekên giran li hev dan.

Çekdarên rêxistina DAIŞê bi topan taxên başûrê bajarê Kobanî topbaran kirin û pêşmergeyên Kurdistanê jî bi rokêtên katyoşa çeperên DAIŞê li taxên bin girê Miştenûr û taxa Şerîa topbaran kirin.

Doh êrişên mezin di navbera YPGê û DAIŞê de çênebûn lê car caran tengê fişekên çekên sivik dihatin bihîstin.

 

Balefirên şer yên hevpeymaniya nevdewletî jî doh derdora nîvro demjimêr 11:50 deqe bi dema Kobanî, tenê carekê çeperên DAIŞê li başûrê rojhilatê dibistana reş bombebara kirin.

 

îro li Kobanî sermayeke zor heye, ku ew jî dibe sedema sistbûna şer û pevçûnan li nava bajarê Kobanî.