10:37:26
Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî welatiyên sivîl ku dixwazin ji herêmê şer birevin gulebarankirin, 15 kes birîndarbun.
Çekdarên DAIŞ`ê welatiyên Minbicê yên hewldidin da xwe ji herêmên ku şer lê didomê rizgarbikin, bi reya nîşangirên xwe dike ermanc.
Hat zanîn; ji ber gulebaranê 15 kes birîndar bûn, û di nava birîndaran de jin, zarok û kesên temen mezin jî hene.
Birîndar ji bo nexweşxaneya Kobanî hatin vegûheztin.
Çekdarên DAIŞê, bi mayinên vedayî û nîşangiran, rê li pêş reva sivîlan ji nav bajarê Minbic digirin.
