10:56:57
Rojava News: Îro berbanga sibehî bombeyeke çandî li nivîsingeha PDKSê ya li Girgê Legê hate teqandin.
li Girgê Legê demjimêr li derdora 2:00 yê ber bi sibehî, bi dengekî bilind teqînek li ofîsa PDKSê çêbû.
Çawkaniyeke teybet di derbarê bûyerê de ji Rojava News re got; “Îro sibehî zû teqînek bi reya bombeyeke çandî li ofîsa PDKSê rûda”
Li gor heman çavkaniyê; Kêsên malên xwe nêzîki nivîsengehê bun, piştî teqînê xwe gihandin ofîsa PDKSê, lê dîtine ku hemû cam û pencere şikiyane, û male derdor jî zirar dîtine.
Lê nehatiye zanîn bê ew teqîn ji aliyê kî ve hatiye kirin.
