Berdevkê Asayişa Qamişlo teqîn xiste berpirsiya xelkê bajêr!

Berdevkê Asayişa Qamişlo teqîn xiste berpirsiya xelkê bajêr!

12:29:00

 

Rojava News: Berdevkê Asayişa Qamişlo ya bi ser PYDê derbarê teqîna çend roj berî niha de gazinde li xelkê bajêr kir û ragihand, xelkê dizanîbû teqîn dê pêk bê û dikarîbûn kamyonê rawestînin, lê belê ew yek nekirin.

Berdevkê Asayişa Qamişlo ya bi ser PYDê Ebdula Seidûn li ser teqîna Qamişlo ji radyoyeke xwecehî ya li Rojavayê Kurdistanê re axivî û sedema teqînê û xemsarî xiste stuyê xelkê Qamişlo.

Ebdullah Seidûn got, xelkê dizanîbûn ku dê teqîn pêk were û pêwîst bû xelkê Qamişlo ew kamyona ku li Taxa Xerbî teqiya, bisekinînin û nehîştibana ku teqîn pêk were.

Pêşkêşkarê radyoyê dema ku pirs dike, gelo ew yek karê Asayişê ye yan xelkê û gava ku Asayişê nekarî kamyonê rawestîne, dê xelk çawa bikaribe wê yekê pêk bîne, Seidûn bersiv dide, ku sekinandina kamyonê erkê xelkê ye jî û xelkê dikarîbû kamyonê bidin sekinandin, lê ew yek nekirin.

Seidûn herwiha di berdewamiya axavtina xwe de dibêje, li gorî hin lêkolînên me kamyon negihîştiye armanca xwe û bi neçarî  li wî cihê ku lê teqiyayî, hatiye teqandin.

Pêşkêşkarê radyoyê pirs dike, ku gelo çawa 1 ton û 400 kg TNT derbasî nav bajêr bûye, Berdevkê Asayişa Qamişlo gunehê dixe stuyê xelkê, bêyî ku amaje bi rola hêzên Asayişê bike.

 

Vîdeo Bîbîne