Li Girê Spî teqîn: 3 sivîl birîndar bûn!

Li Girê Spî teqîn: 3 sivîl birîndar bûn!

10:55:46

 

Rojava News: Li bajarê Girê Spî di navbera gundê Dêr Aşiq û Celabê de mayînek teqiya. Di encama teqîna mayînê de 3 sivîl birîndar bûn.

Şevê din li bajarê Girê Spî di navbera gundê Dêr Aşiq û Celabê yên girêdayî herêma Girê Spî de mayîneke ku dema rêxistina terorîst a DAIŞê herêm dagirkiribûn bi cih kiribûn teqiya. Di encama teqînê de 3 welatî birîndar bûn

Hat ragihandin ku hemwelatiyên birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneya Cizîrê.