Komek girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatin îdamkirin.

Komek girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatin îdamkirin.

11:11:20

 

Rojava News: Li gorî sazî û navendên mafên mirov ên Kurdistana Rojhilat, 21 girtiyên siyasî yên kurd, bi hêceta ku li dijî îslamê xebat kirine u demek dirêj bû di girtîgehê de li benda cezayê îdamê bûn, duh danê sibê hatin îdamkirin.

 

Tê gotin ku ew girtiyên kurd, bi hêceta ku li dijî îslamê xebat kirine û alîgir û endamên rêxistinên radîkal û selefî bûne, hatibûn girtin û fermana mirina wan hatibû dayîn.

 

Li gorî agahiyên BasNewsê, piraniya wan kurdên ku hatine îdamkirin, xelkê bajarê Sine û deverên derdora Sine bûn.

 

Îranê par jî 6 girtiyên siyasî yên kurd bi heman hêcetê îdam kiribû.