12:39:04
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di duyemîn salvegera jenosîda Şingalê de peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de soz da kurdên êzîdî ku komkujî û jenosîda ku bi destê DAIŞê hatiye serê wan, bi fermî ji aliyê navendên navdewletî ve were naskirin.
Peyama Serokwezîr Barzanî wiha ye:
“Di sêyemîn salvegerra jenosîda Şengalê û mirovên me yên êzîdî da, em serê xo li ber giyanê paqjê hemû şehîdên vê jenosîdê diçeminîn û bi xem û kovaneka kûr, vê roja reş di dîroka Kurdistanê da bibîr tînin. Jenosîda Şengalê û mirovên me yên êzîdî û xelkê dî yê deverê, birîneka kûr e û zû derman nabît û çi cara jî ji bîra gelê Kurdistanê naçît. Vê tawana mezin ya ku terorîstan li dijî mirovên me yên êzîdî encam da, careka dî nîşan da ku divêt gelê Kurdistanê bigehîte hemû mafên xo û serweriya xo bidest bînît da ku çi carên dî tawan û jenosîdên wisa bi serê gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê yên etnîkî û olî neyên.
Di vê bîranîna bi kovan û xemgîn da, em careka dî mirovên xwe yên êzîdî pşitrast dikin ku em dê hemû hewlan bidin û ya pêdivî bît dê bikin da ku hemî girtiyên di destê terorîstan de mane, bihên rizgarkirin. Herwesa dê hemî şiyanêt xo bo avedanikirina Şengalê û rizgarkirina deverên mayî jî bikar bînin û dê ji berê baştir jiyanê vegerînin deverê.
Em hemû mirovên xwe yên êzîdî pşitrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya berdewam e û heta dumahiyê jî dê karî li ser ket da ku keysa komkujiya êzîdiyan weke jenosîd bihêt nasandin. Bo vê çendê jî lêjneya taybet ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe ya berdewam e û di vî warî da gavên baş hatine havêtin.
Em careka dî hevsozî û hevxemiya xo digel mirovên xwe yên êzîdî dupat dikin û em hêvîdar in di paşerojeka nêzîk da hemî deverên mayî jî bihên azadkirin û mirovên me yên êzîdî û hemû aware û penaberên dî jî serbilind û serkeftî vegerin ser cih û malên xo.”
