3:31:38 PM
RojavaNews: Îro roja Çarşemê Çekdarên PYD ê gundê Basûte yê li derdora Efrînê dûrpêç kir, û çûn u hatin li ser welatiyan qedaxe kirin, herwiha li nav bexçên li derdora gundê navbûrî geriyan da Ciwanên ku reviyane ji ber leşkeriya neçar bigrin, û di encamde metirsî ket nav welatiyan de.
Tê zanîn ku duh çekdarên PYD ê her yek ji Mehemed Xelîl, Ehmed kelaho , Yûsif Şimone , Elî Cemîl Eloke ,Henîf Hec Hemûş û Mustefa Hesen Hecî li girtin, herwiha di van rojê dawiyê de çekdarên PYD nêzîkî 50 ciwanî ji gundê Basûte girtin û ew pirin sengerê şer.
Di vê derbarê de Partiya Demukrat a Kurdistanê – Sûriyê ew kiryar şermezar kirin , û daxwaz ji Herêma kurdistanê kir, ku Destêwerdanê bike , û fişarê li PYDê bike da ji kiryarê xwe yên nerewe yê li dijî Miletê Kurd ê li devera Efrînê vegere.
