10:55:56
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasIma duyemîn salvegera bîranîna jenosîda Şingalê de axivî û ragihand, take çareya dubarenebûna jenosîda Şingalê, serxwebûna Kurdistanê ye.
Duh li bajarê Duhokê merasimek taybet bo bîranîna karesata Şingalê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelek berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî, nûnerên welatên biyanî û rêxistinên civaka sivîl tê de amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê merasîmê de gotarek pêşkêş kir. Barzanî amaje bi êrişa DAIŞê li dijî Şingalê kir û got, dema êrişa DAIŞê demek gelek nexweş û tal bû û ew ti wextî wan demên nexweş ji bîr nake.
Mesûd Barzanî da xuyakirin, ku ew dê li ser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin û tekez kir, her kesê ku alîkariya DAIŞê kiribe dê çarenivîsa DAIŞê li benda wan jî be.
Barzanî herwiha da zanîn, ku hin aliyan dixwastin bi karesata Şingalê bilîzin û wê karesata xirab a ku bi serê gelê Kurd de hatibû bi awayekî xirab bikar bînin, lê belê hêzên Pêşmerge rê li wan girtin û niyeta wan pûç kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir, hêzên Pêşmerge bi şanazî karîn navçeya Şingalê rizgar bikin û 7000 kîlometre erdê derdora Şingalê ji destê DAIŞê derxînin.
Mesûd Barzanî di gotara xwe de cardin tekezî li ser rizgarkirina hemû axa Kurdistanê kir û ragihand: “ Ez soz didim ku yek bihust axa Kurdistanê di destê DAIŞê de nemîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ku di rojên destpêkê yên êrişa DAIŞê de mezinê olî yê Kurdên Êzidî Babe Şêx serdana wî kiriye û jê re gotiye: Êdî Êzîdxan xilas, Êzîdxan nema û dawî pê hat!
Mesûd Barzanî got: “Min di bersiva Babe Şêx de got, Babe Şêx nabe tu tiştek wisa bibêjî. Êzîdxan dawî pê nayê. Hingê Êzîdxan dê dawî pê were, ku Kurdistan jî dawî pê bê.”
Serok Barzanî her wiha got, her kesê destdirêjî kiribe ser namûsa milletê Kurd, ew bi ti awayî dest jê bernadin.
Barzanî diyar kir ku take rêya dubarenebûna jenosîda Şingalê, serxwebûna Kurdistanê ye û ji bilî vê rêkê ti rêyek din li pêşiye gelê Kurdistanê nîne.
