RojavaNews-Amûdê: Çalakiyên şermezarkirina kiryarên hêzên çekdar yên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi girtin , revandin û leşkerkirina zarokên temen jêr 18 salî berdewam dike .
Îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê , malbata Hemrîn Îydê keça 15 salî ya ku berî çend rojan ji aliyê hêzên bi ser PYD ê li bajarê Amûdê ve hatibû revandin û hin dost û hevalên wê malbatê xwepêşandanek di nava bajêr de li darxistin .
Di wê xwepêşandanê de , xwepêşendêran dirûşmên berdewamkirina li darxistina çalakiyan ta vegerandina Hemrîn û hevalên wê ji bo dibistanên wan herweha azadî ji bo Hemrîn , Çîmen û Hizbiya keçên ku temenên wan ne keheştine 16 salan bilin rakirin û daxwaza serbest berdana wan ji nava refên leşkerkirinê bi zûtirîn dem kirin û diyarkirin ku ev kiryar dibe sedema valakirina herêmên kurdan li Rojavayê Kurdistanê .
Hêjayê gotinê ye ku di roja 23 meha bûrî , keça 15 salî Hemrîn Îydê ji aliyê girûpeke çekdar yê girêdayê bi partiya PYD li bajarê Amûdê ji pêşiya mala wê revandin û tevlî refên YPJ kirin .
Bahoz Rojavayî
