Qamişlo … Şandek ji Partiya Demukratî Pêşverû seredana Ofîsa PDK-S ê kir

Qamişlo … Şandek ji Partiya Demukratî Pêşverû seredana Ofîsa PDK-S ê kir

3:23:16 PM

RojavaNews: Roja Duşemê 1 . 8 . 2016 Şandek ji Partiya Demukratî  Pêşverû seredana Ofîsa Partiya Demukrat a Kurdistanê – Sûriyê kir.

Şand ji Sekreterê P.D.P. Ebdulhemîd Hac Derwîş ,û Herdû Endamên Mekteba Siyasî  yê heman Partiyê Ehmed Silêman û Ehmed Berekat pêkdihat,  Sekreterê Partiya Demukrat a Kurdistanê – Sûriyê  Seûd Almela Ew pêşwazî kirin.

Ji aliyê xwe ve Sekreterê PDK-Sê  Almela ragihand, ku ew seredaneke normal bû, ji bo li hevguhrtina nerînan li ser rewşa niha, herwiha teqîna Qamişlo yak u bi dehan şehîd ketin şermezar kirin.