11:58:15
Rojava News: Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê taxa El-Xesaniyê, taxa El-Izir û xaçerêka El-Şemsiyê rizgar kir.
Dîsa çerxerêya El-Şemsiyê jî kete bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ku li bakur rojhilatê bajêr e.
Di vê navberê de di encama şerê li herêma pîşesazî û bi taybet li Çargoşeya Ewlekariyê de 8 teroristên DAIŞê hatin kuştin. Li taxa Şêx Iqêl jî 6 DAIŞî hatin kuştin.
Şervanên bi ser Meclîsê ve girêdayî beriya niha jî depoyek sabotajê û teqemeniyên terorîstan bidest xistibûn. Hate zanîn ku di nava teqemeniyan de yên A4 hatine dîtin ku li labaratûaran tên amadekirin.
