11:01:40
Rojava News: Asayîşa bajarê Dêrikê bi armanca leşkeriya neçar 9 ciwanan ji gundê Şirkê yê bajarê Dêrikê digre ku 7 ji wan ji yek malbatê ne.
Welatiyên gundê Şirikê ragehandin ku dema ciwanên gundê wan li deriyên sînorî Sêmalka yê di nevbera Rojava û Başurê Kurdistanê de karê hilgirtina kelûpelan dikirin 9 ciwan ji aliyê Asayîşa bajarê Dêrikê ve hatin girtin.
Li gor zanyariyan; Kesên ku hatine desteserkirin; Cedan Zeydûn, Nayîf Zeydûn, Hadî Zeydûn, Besam Zeydûn, Faris Zeydûn, Nadir Zeydûn, Siwar Zeydûn Meyser Feyad û Cidîi Bakir e.
Malbatan wan ciwanan dan zanîn ku ew ciwan bi hiceta leşkeriya neçar û xweparastinê hatin girtin.Herwiha tekez kir ku 7 ciwan ji yek malbatê ne.
Ji aliyê xwe ENKS diyar kir ku, Asayîş wan ciwanan bi zorê tevlî YPGê dike û wan dibe eniyên şer.
