Hikûmeta Kurdistanê tevlî meşa Parîsê dibe

Hikûmeta Kurdistanê tevlî meşa Parîsê dibe

Rojava News: Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tevlî meşa Parîsê ya ku ji bo şermezarkirina êrişa li dijî kovara Charlie Hebdo û dîlgirtinê tê lidarxistin, dibe.

 

İro li Parîsê, meşek ji bo şermezarkirina êrişa li dijî kovara Charlie Hebdo û dîlgirtina kesên sivîl di nav markêtê de tê lidarxistin.

 

Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî meşa îro ya Parîsê bibe.

 

Di meşa sibê de jibilî Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu jî beşdar dibin.

 

Di bûyerên Parîsê de ku sê rojan dom kir, 20 kes hatin kuştin ku 3 ji wan êrişker û yên din jî rojnamevan û sivîl bûn.