5:05:06 PM
RojavaNews: Endamê Mekteba Siyasî yê Partiya Demokrta Kurdistanê-Sûriyê (PDK-Sê) Mihsin Tahir ragihand ku, kongirê çaremîn ê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) girêdayî sedemên teknîkî ye, û dê di demeke nêz de amadekariyên lidarxistina wê bikin, û got ku berbijarê wan bo serokatiya ENKSê sekreterê partiya wan Siûd Mela ye.
Herwiha Tahir diyar kir, ku niha Encumen Endamên Kongirê ENKSê yê çaremîn dihilbijêre , û dê di vê Heftiyê de dema li darxistina Kongir were detnîşan kirin.
Tahir serbarkir, ku ji mafê hemû Partî û serbuxeyan ne, ku xwe berbijêrin ji bo serokatiya ENKSê, û yê gelek denga bi destbixe dê bibe Serokê ENKSê.
Tahir tekez kir ku dê kongir li Kurdistana Sûriyê were li darxistin.
