Minbic: Bi dehan sivîl ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Minbic: Bi dehan sivîl ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

12:10:58

 

Rojava News: Bi dehan kesên sivîl ên ku di nav şerê Minbicê de asê mabûn, ji aliyê şervanên Minbicê ve hatin rizgarkirin.

Şer û operasyona azadkirina bajarê Minbicê, ku roja 1ê Hezîrana îsal dest pê kiribû, heta niha jî didome û li gorî ku fermandeyên operasyonê dibêjin, zêdetirî %90 ji bajêr hatiye azadkirin.

Li gorî agahiyan, îro danê sibê beşek mezin ji wan sivîlên ku di şer de asê mabûn û DAIŞê ew wek mertal ji xwe re bikar dihanîn, ji aliyê şervanên Mibicê ve hatin rizgarkirin.

Tê gotin ku şer li aliyê bakûr û bakûrê rojavayê Minbicê bi tundî didome.

Çend roj berê şervanên Minbicê daxwaz ji çekdarên DAIŞê kiribûn, sivîlan berdin û ji bajêr birevin lê heta niha DAIŞê li ser vê banga şervanan tiştek negotiye.