23:08:51
Rojava News: Endamên Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYK) ji bo şermezarkirina girtina Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji aliyê Asayişa Qamişlo ya PYDê, li pêş nivîsgeha xwe li bajarê Qamişlo mangirtinek lidar xistin.
Asayişa Qamişlo ya bi ser PYDê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro li nava bajarê Qamişlo binçav kirin û berve cihekî nediyar ve birin.
Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiyê Kurd li Sûriyê (PYK) Hesen Salih derbarê girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê Asayişa Qamişlo de ragihandibû ku, bo rizgarkirina Serokê ENKSê dest bi xwepêşandanan bikin.
