10:45:51
Rojava News: Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Îbrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ya Qamişlo hate girtin îro danê sibê ji sînorên Rojavayê Kurdistanê derkirin.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News: Asayişa Rojavayê Kurdistanê ya bi ser PYDê ve Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro îro danê sibehî ji nav sînorê Rojavayê Kurdistanê derxistin.
Îbrahîm Biro Serokê ENKSê îro danê sibehî derbasî başurê Kurdistanê bu.
Duh ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li bajarê Qamişlo ligel çend endamên ENKSê hatibûn girtin.
