Serokê ENKSê: PYDê gefa kuştinê li min xwar

Serokê ENKSê: PYDê gefa kuştinê li min xwar

12:17:35

 

Rojava News: Serokê Encumena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, ew hêza PYDê ya ku ew ji Rojava derxist, gefa kuştinê lê xwariye û jê re gotiye, nabe êdî tu vegerî Rojava!

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, ku duh li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên PYDê ve hatibû gortin, îro danê sibê li ser sînorê Rojava û Başûr hat berdan û ji Rojava hat derxistin.

Derheqê girtin û berdana xwe de, Îbrahîm Biro ji televîzyona K24 re got, hêzên PYDê dora min û 3 hevalên min girtin lê ez ji nav wan derxistim û birim cihekî…Ez 6 saetan ji aliyê wan ve hatim girtin. Piştî ku dîtin nerazîbûnên li hember girtna min zêde bûne ez anîm ser sînor û berdam.

Li ser berdana xwe jî Biro got, ez anîm ser sînor û berdam. Ew hêza ku bi min re hatibû ser sînor, ji min re got “eger tu cardin vegerî tê werî perçekirin!”. Min jî ji wan re got, ez soz didim ezê dîsa vegerim.

Serokê ENKSê anî ziman ku ew dixwazin rêveber û sekirdeyên partiyan ji Kurdistanê derxînin û got, ji bo ku ji gel re bêjin ev nûnertiya we nakin! Lê emê xebata xwe bikin û em ji Kurdistana Sûriyê dernakevin. Em ti carî serê xwe ji wan re natewînin.

 Îbrahîm Biro diyar kir ku ew karê ku PYDê li hemberî wî kiriye, rêjîma Sûriyê jî nekiriye çimkî rêjîmê ti carî kurdek ji welêt dernedixist û sirgûn nedikir.