Hollanda konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Hollanda konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Rojava News: Biryare Hollanda konsolxana xwe li Hewlêrê veke

Nivîsîngeha Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, belavkirî: serokatîya civata wezîran yekem rûniştina xwe ya sala 2015ê ya taybet bi raspardeya wezareta derve bo vekirina konsolxana giştî ya Hollanda li Hewlêr vekir.

Di rûniştinê da bi pişt bestin, bi maddeyê 26 ji qanûna xizmetên derve ya sala 2015ê biryara vekirina konsilxana Hollanda li Hewlêrê pesend kir.

Niha zêdetirî 22 welatên Awrupa û Amerîka û Erebî konsilxane û nûneratî li Hewlêrê hene û ev çendê jî rolekê baş bo vejandina jêrxana herêma Kurdistanê ji rûyê emnahî û avedankirin û weberhênanê da dîtîye.