12:28:16
Rojava News: Dezgeha bi karûberê êzidiya radibê ji bo komkujiya bi serê êzîdiyan de hatiye bikevê rojeva cihanê îro konê dokumenterî li ber dergehê Netewayê Yekbuyî vekir.
Dezgeha bi karûberê êzidiya radibê kiryarên DAİŞê ku bi ser Kurdê Êzîdî de aniye da weke jenosayd bê qebûl kirin, îro 15 tebaxê li pêşiya NY yê li Hewlerê dokûmentên di derbarê kesên ku di komkujiya Şingalê de hatine kuştin pêşkeş dikin.
Di Konê dokumentarîde weneyê kesên ku ji aliyê DAİŞê hatine kuştin hatine pêşkeşkirin.
Li gorî ku karmendê Dezgeha bi karûberê êzidiya ji rojava News re diyarkiriye, bi re ya vekirina konê dokumentarî kesên ku hatine kuştin bêne bibiranîn û vehşata bi serê kurda de hatiye deynîn pêş çavê hemû cîhanê.
Hemen karmendî diyarkir ku; Di destpê ka vê heyvê di 4 û 5ê tebaxê de li Parka Şanîdar roja komkirinê imzeyan lidarxistine, da komkujiya Êzidya li astê cihanî weke Jenosîdê bê qebulkirin.




