5:11:30 PM
RojavaNews: Serokê herêma kurdistanê Berêz Mes'ûd Barzanî îro pêşwazî Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Neştîmaniya kurdî li Sûriyê li slah aldîn kir .
Di wê dîdarê de Serokê Encûmena Neştîmaniya kurdî li Sûriyê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê kir ,û herweha ronî havêt ser buyera girtna wî ji aliyê çekdarên PYD de li Rojavayê kurdistanê û herweha behsa nerazîbun û xwepêşandana xelkê rojavayê kurdistanê li djî girtina wî ji aliyê PYD de kir .
Her di wê hevdîtnê de Serok Barzanî nerzîbuna xwe diyarkir ,beramber wê kiriyara PYD dijî Serokê Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê diyarkir, û bi karekî dijî Dîmukrasiyê û fireh aliyê û rêgirtina azadiyê pesn da û bi tundî şermezrarkir .
Di beşkî din de ji wê hevdîtinê tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku rêgirtin a li pêş azadiya siyasî û girtina kesayetyên siyasî ji aliyê PYD de kiryareke ne şaristanî ye û dijî bingehên dîmuqratî û Niştîman perweriyê ye û pêwîste rê li van kiryaran bê girtin û bi dawî bibin .
