Barzanî: Piştî 70 salî peyam, erk û armancên PDKê ji berê bihêztirin

Barzanî: Piştî 70 salî peyam, erk û armancên PDKê ji berê bihêztirin

22:18:23

 

Rojava News: Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi boneya 70 emîn salvegera damezirandina PDKê peyamek belavkir û têde ragehand ku, piştî 70 salî peyam, erk û armancên PDKê ji hemû wextekî din bihêztirin.

Îro 15 Tebaxê Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê peyamek bi boneya 70 emîn salvegera damezirandina PDKê belavkir di destpêka peyama xwe de Barzandibêje: “Dîroka 70 salî ji xebata PDKê beşekî girînge ji xebata gelê Kurdistanê tijî xweşî û nexweşî bû, PDKê beşdarekî serekî bû di serkeftin û destkeftiyên û xwe bi berpirs dizanî di demên sext û dijwar de, piştî 70 salî peyam, erk û armancên PDKê ji hemû wextekî din bihêztirin û bi armancên mezintir xwebat û têkoşîna xwe berdewam dike.”

Herwiha dibêje: “Di hemû qonaxan de PDKê wek amîrekêbû di destê gelê Kuristanê de jibo bergiriyê li maf û destkeftiyên xwe bikin, herwiha hokarekbû jibo firelayinî û pêkvejiyanê, pêşngiya xwe di hemû warên jiyana siyasî ya Kurdistanê parast.”

Barzanî dibêje: “Berbiçavgirtina berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û hestiyariya rewşê  û derfetên liberdest û tehdiyatên ku li pêşiya gelê Kurdistanê, PDKê dê bimîne amade jibo çaresekirina hemû pirsgirêkan û li pey daxwaz û armancên xelkê Kurdistanê diçe û wan bi lêvegera serekî dizne û pêbende bi armancên gelê Kurdistanê di serwerî û serxwebûnê de.”

Barzanî peyama xwe arasteyî endam û alîgirên PDKê dike û dibêje ku, pêwîste endam û alîgirên PDKê di hemû rewşekê de kar bi wan beha û perensîpan bikin ku, PDKê li ser hatiye damezirandin û Barzanî yê nemir jî serkirdeyatiya wan dikir, Rêbaza Barznî yê nemir rêbaza pêkvejiyan û baweriya bixwe ya mirovê Kurdistanê ye û bexwedana dijî sitemê ye, bihêzbûna PDKê jî ji vê rêbaz û aramncan tê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê careke din tekeziyê li ser mafê serxwebûnê dike û dibêje: “Bîranîna 70 emîn salvegera PDKê bi derfet dizanim ku xelkê Kurdistanê ji wê yekê dilrasbikim, bi hemû şiyanên xwe em tekeziyê li mafê diyrkirina çarenivîsa Gelê Kurdistanê û serxwebûna wî dikin, jibo ku gelê Kurdistanê karibe xwe biparêze û pêşkeve û jibindestî û sitemkariyê rizgarbike, ji bilî serxwebûnê ti rê li pêşiya me nîne, Pêşmerge ji hemû kes û aliyekî mafê xwe heye ku biryarê li ser çarenivîsa Gelê Kurdistanê bide, jiber  bi xwîn û cane xwe Kurdistan diparêzin, peyama gelê Kurdistanê peyama aştî û bidawîkirina şere, serxwebûna Kurdistanê bi ti wateyê ne gefe jibo ti aliyekî, berovajî vê yekê serxwebûna Kurdistanê dibe fakterekî seqamgêrî û pêkvejiyanê û biryetiya gelan li navçeyê.”

 

Barzanî got jî: “Derbarê destpêşxweriya jibo bidawîkirina pirsgirêka siyasî li Kurdistanê, hêvîdarim aliyên siyasî tevî PDKê hestiyariya vê qonaxê di ser hemû berjewendiyên xwe re bigrin û kar bi rijdî jibo bidawîkirina vê rewşê bikin û hemû alî li gorî berpirsiyaretiya xwe û daxwaz û armancên gel bin.”

 

Di dawiya peyama xwe de Barzanî got: “Di vê boneyê de bipêwîst dizanim ku, spasya xelkê Kurdistanê û cemawerê PDKê bikim, li ser xweragiriya wan jibo çareserkirina pirsgirêkan û di şerê lidijî DAIŞê de jî bi can û malên xwe piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, daxwazê jî ji hemû endam û alîgirên PDKê dikim jibo serkeftina Kurdistanê divê rûbirûbûna gendeliyê bi erkê xwe bizanin, bi qeweta Xweda û wan çaksaziyên di nav PDKê de wê encamên dilxweş û xizmet jibo bejewendiyên Gelê Kurd bibe.”