Serokê xoceyi ENKSê li bajarokê Girgê legê hate girtin!

Serokê xoceyi ENKSê li bajarokê Girgê legê hate girtin!

11:46:06

 

Rojava News: Li rojavayê Kurdîstanê li îro serê sibehî çekdarên PYDê  Serokê xoceyi yê ENKSê Salih Hiseyn Simo li bajarokê Girgê legê desteserkirin.

Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News; Salih Hiseyn Simo Serokê  xoceyiya  ENKSê yê bajarê Girgê legê  û hemen demê  endamê Komiteya Ravêjî yê PDKSê ye, û îro serê sibehî  ji aliyê çekdarên PYDê ve li gundê xwe Til Cemalê dema ku li malbuye bê ku  sedemek bê nişankirin hatiye desteserkirin.

Tê zanîn vê sibehê zû kurê Endamê Komiteya Navendî yê PDK-Sê Salih Cemil Omer jî ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin.