Afrîn-Mîrka: PYDê 5 xort revandin!

Afrîn-Mîrka: PYDê 5 xort revandin!

12:25:39

 

Rojava News: îro danê sibehî 2016-08-17  çekdarê bi ser PYDê avêtin gundê Mîrka yê  girêdayî Afrînê û 5 xort bi sedema leşkeriya neçar  ji gund desteserkirin.

Li gor zanyariyên Rojava News Çekdarên PYDê îro berê sibehî ji nişka ve avêtin ser gundê Mîrka û 5 xort bi sedema leşkeriya neçar revandin.

Ji aliyê din ve ji bo ku çekdarên PYDê ji nivşka de avêtine ser gund; ji tirsa sawdariyê girtiye jîn û  zarokê gund û gelek tirsiyane.

Navê ciwanê ku ji gundê Mirka bi sedema leşkeriya neçar hatine desteserkirin evin; Mihemmed Murad Hesîp, Mihemmed Abdo Henan, Nazim Omer Genco, Şiyar Mihemmed Hemlîko, Heybet Omer.