Welatiyên Minbicê pêl bi pêl vedigerin!

Welatiyên Minbicê pêl bi pêl vedigerin!

13:04:35

 

Rojava News:  Piştî HSD (Encûmena Leşkerî ) Minbic ji destê DAIŞê rizgar kir, Xelkên bajarê Minbicê vedigerin malên xwe.

 

Li gor hatiye zanîn; Piştî bajar beriya niha bi 5 rojan hatiye rizgarkirin,xelkê  bajarê Minbicê û yê  Gundan  ji dohî ve  pêl pêl vedigerin mal û waren xwe.

 

Beşek mezin ji bajar wêran buye, û ji bo ku xelkê deverê careke din karibin di male xwe de runên pêvistiya wa bi karekî mezin û alikariyê heye.

 

Lê mixabin ji aliyê din ve ji ber ku DAİŞê gelek mayin û bombe ci hêlana,  xelkê deverê hîna bi tirsin berê xwe didin alê xwe.