DAIŞ: Seîdê Kurdî di kovara xwe de kire kafir!

DAIŞ: Seîdê Kurdî di kovara xwe de kire kafir!

13:18:31

 

Rojava News: Di kovara mehane ya DAIŞê ya bi navê Konstantiniyye ku weşana xwe bi zimanê tirkî derdikevê  de Seîdê Kurdî wek kafir hate raghandin.

Wêneyê li ser berga kovarê wêneyê alimê kurd Seîdê Kurdî bû ku rêxistinê ew di vê hejmarê de wek kafir ragihand.

Hat ragihandin ku kovarê DAIŞê ya mehane ku bi zimanê tirkî weşanê dike û bi navê Konstantiniyye derket û di vê hejmarê de Alimî dînî yê kurd Seîdê Kurdî wek kafir ragihand.

Herwiha rêxistinê wêneyê Seîdê Kurdî danî ser bergê kovarê û tê de rîsaleyên Nûrê wek çavkaniya cemaeta Gulenî nîşan da ku ew Cemat Tuxyan û Fesadê bi nav kir.

Ji aliyekî din ve, kovarê di berdewamiya nivîsa xwe de îdia kir ku hemû cemaetên ku rîasleyên Nûrê wek çavkanî ji xwe re digirin, wek hev in. Kovarê ew cemaet bi kufir, rêşaşî û şirkê tawanbar kirin.