ENKS li Hewlêrê serdana balyozxaneyên hinek dewletan dike!

ENKS li Hewlêrê serdana balyozxaneyên hinek dewletan dike!

20:26:01

 

Rojava News: Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Hewlêrê serdana balyozxaneyên Fransa, Tirkiye û Amerîkayê kir

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro îro serdana balyozxaneyên Fransa û Tirkiyeyê kir.

Hat diyar kirin ku şanda ENKSê wê îşev jî serdana balyozxaneya Hollandayê bikin û bi rayedarên Hollandî re bicivin. Li gel vê yekê ew şande wê sibe jî serdana balyozxaneyên Îngilîstanê û Rûsyayê bikin. Hat gotin ku şanda ENKSê ji balyozxaneyan re behsa kiryarên  PYDê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava dike.

Herwiha hat zanîn ku ENKSê duh jî li Hewlêrê serdana balyozxaneyên Amerîkayê kiribû û bi rayedarên wan re civiyabû.