Barzanî pêşwaziya şandek leşkerî ya Amerîka kir!

Barzanî pêşwaziya şandek leşkerî ya Amerîka kir!

21:26:47

 

Rojava News: Mesûd Barzanî û şanda Amerîkî tekezî li ser wê yekê kirin ku, divê xelkê Mûsilê beşek bin ji azadkirina û qonaxa piştî azadkirina Mûsilê bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn di hevdîtina li gel General Mek Farland, Stuart Jones û Ken Gross Konsolê Amerîkayê behsa operasyona Misûlê û pêkhateyê wê kir.

Her li vê kombûnê da behsa serkeftinên vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge kir û tîşk xiste li ser gef û astengiyên serbazî û siyasiyên li ber operasyona azadkirina Musilê û herdu aliyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîste xelk û pêkhatên parêzgeha Musil beşek bin ji çareseriya serbazî û siyasî ya li herdu qonaxên azadkirin û piştî azadkirina Musilê.