10:42:51
Rojava News: Li nêzî avahiya Midûriyeta Ewlehî ya bajarê Elazîzê teqînek çêbû, gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.Li gorî rojnamevan Zeki Akbiyik ku dispêrê Walîyê Elazîzê di teqînê de 3 hêzên ewlehî hatin kuştin û herî kêm 120 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî avahiya Midûriyeta Ewlehî ya bajarê Elazîzê teqînek çêbû, gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Li gorî zanyariyên berdest birîndar hene.
Hat ragihandin ku ji nexweşxaneyên bajarê Elazîzê bi anonsan banga xwîndayînê tê kirin.
Li gorî rojnamevan Zeki Akbiyik ku dispêrê Walîyê Elazîzê di teqînê de 3 hêzên ewlehî hatin kuştin û herî kêm 120 kes jî birîndar bûn.
