11:20:05
Rojava News: Dîmenên şerê Kobanî û çîrokên xelkê wî bajarî li ser dîwarê Berlînê hatin nîşandan.
Fotograferekî almanî di dema êrişa DAIŞê de diçe Kobanî û ji rewşa şer û bajêr wêne û dîmenan digire.
Ew fotograferê almanî, di nav kolanên Kobanî de rastî stodyo ya Şêran ya hevkar û peyamnêrê Rûdawê yê berê li Kobanî Imer Kalo tê û dibîne ku wêneyên xelkê bajêr li ber deriyê stodyoyê belav bûne.
Ew wêneyên ku ketibûne ser cadeyan, berî şerê DAIŞê bi çend rojan hatibûn kişandin, wênegirê almanî wan wêneyan hildigire û rûxseta belavkirina wan ji peyamnêrê me Imer Kalo distîne.
Niha û piştî derbasbûna 2 salan bi ser şerê Kobanî de, wênegirê almanî wêneyên xwe û yên Imer Kalo li ser dîwarê Berlînê belav kirine û wan wêneyan bala xelkî Berlînê bi alî xwe ve kişandiye.
