Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome!

Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome!

12:42:47

 

Rojava News: Li bajarê Hesekê şer û pevçûnên navbera şervanên kurd û hêzên hikûmeta Sûriyeyê didome.

Di navbera hêzên Asayiş û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dîsa Şer û pevçûnan dest pê kir.

Çavkaniyên herêmî ji nav bajarê Hesekê rigihandin ku li nav bajarê Hesekê cardin pevçûn di navbera hêzên Asayişê û hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê bi çekên giran dest pê kir.

Li gorî zanyariyan, di encama topbarana hêzên Sûriyê de 2 guleyên hawanan li nav taxên Elkilase û Til Hecer ketin. Derbarê zirarên canî yên her du aliyan û her wiha zirarên welatiyên sivîl de hêj tu agahî nehatine bidestxistin.