00:58:48
Rojava News: Piştî bêdengiyek çend saetî cardin li bajarê Hesekê şer di navbera YPGê û Artêşa Sûriyê de dest pê kir.
Li gorî agahiyan îşev cardin rewşa bajarê Hesekê aloz bû û şer û pevçûn di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayişa Rojava li milekê û hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyê li milê din de dest pê kir.
Firokeyên şerî yên Artêşa Sûriyê bi ser esmanê bajarê Hesekê de digerin.
Li gorî zanyariyan Firokeyên şer ên Sûriyê cihên sivîlan bombebaran dikin û bi taybetî êrişî taxên Newşewa Rojhilat, Xuwêran û Bazara Bajêr dikin û didin ber bombeyan.
Herwiha destpêkirina şer û bombebarankirina Hesekê ji aliyê firokeyên şer ên Artêşa Sûriyê di demekê de ye, ku hêzên YPGê û Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo jî ketine alarmê.
