Amerîka bo alîkariya Kurdan firoke şandin Hesekê!

Amerîka bo alîkariya Kurdan firoke şandin Hesekê!

01:03:28

 

Rojava News: Wezareta Parastina Amerîka (Pentagon) ragihand, Artêşa Amerîka firoke şandine bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Pentagonê da xuyakirin, wan ew firokeyên şerî bo alîkariya hêzên Kurdî şandine Hesekê.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis ragihand: “Hêzên Hevpeyman, ku Amerîka serpireştiya wê dike, firokeyên şerî bo piştgiriya hêzên Kurdî şandine, ku bi şêwirmendên amerîkî yên li Sûriyê re kar dikin, ku firokeyên şerî yên Artêşa Sûriyê wan dikin armanc.”

Jeff Davis tekez kir: “Ev yek bo pêkanîna piştevaniya ji hêzên hevpeyman hatiye pêkanîn.”

Davis herwiha destnîşan kir, ku “firokeyên Amerîka roja pênşemiyê çend êrişên esmanî li derdora bajarê Hesekê pêk anîn.”

 

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîka di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez bi zelalî radigihînim, ku firokeyên Amerîka berevaniyê li hêzên ser erdê dikin, ku rastî gefan hatine.”

Jeff Davis ew yek jî da zanîn, ku di encama êrişên esmanî yên firokeyên amerîkî li derdora Hesekê de ti kes birîndar nebûye.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Asatişa Rojava li milekê û hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên girêdayî hikûmetê li milekê din de şer û pevçûn derketine.

Şer û pevçûnên navbera her du aliyan îro derbasî roja sêyem bûye.