Amerîka gihişt, firokeyên rejîmê vekişiyan

Amerîka gihişt, firokeyên rejîmê vekişiyan

11:03:55

 

Rojava news: Amerîkayê firokeyên şer ên rejîma Sûriyê naçarkirin ku ji Hesekê paşde vegerin.

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Berevenî ya Amerîkayê (Pentagon) hêzên hevpeymanan çûne hewara hêzên Amerîka û hêzên Kurdî, beriya ku firokeyên Amerîkayê bigihin Hesekê, firokeyên rejîmê ji deverê paşde vekişiyane.

Firokeyên şer ên Sûriyê duh bi şev jî li Hesekê êrişî taxên Newşewa Rojhilat, Xuwêran û Bazara Bajêr kirin û sivîl kirin hedef.

Tê gotin ku hêjî topbarana artêşê bo ser taxên sîvîlan berdewam dike.

Ji aliyê din ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyand ku di şerê duh ê Hesekê de 32 serbazên rejîmê hatine kuştin û 33 serbaz jî dîl hatine girtin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdî ketine alarmê û di nava bajêr de xalên kontrolê zêdetir kirin.